Taxima pilebilind a medyayî ya Erebistnê bi serokwezîrê Iraqê re hevdîtin pêk anî
Taximeka pilebilind a medyayî ya siûdî tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Bexdayê hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora Fars Newsê, taxima medyayî ya Erebistana siûdî ku duh gihêştibû Iraqê îro piştî nîvro bi beşadriya Ebdulezîz El-Şêmrî, balyozê Erebistanê li Bexdayê tev Heyder Ebadî hevdîtin pêk anî.
Li gorî ragahndina nivîsgeha Ebadî, li vê hevdîtinê, serokwezîrê Iraqê xêrhatin li taxima siûdî kir û daxwaza sekinînîna ser çanda jiyana bi aşitî û xalên hevpar navbera du welatan û gel û her wiha hevkaiya ji bo kutakirina qeyranan û hewldana ji bo geşepêdan û damezradina ewlehiyê li navçê kir.
Ebadî her wiha got ku têkiliyên Erebistan û Iraqê di rewşeke baş de ye û ev hêviya heye ku li hemî waran her tiştê ku li çarçoveya berjewendiyên du gelan e. berfireh bibin.
Wî her wiha hêvî kir ku hevkariya navbera Iraq û Erebistanê ji riya konseya hewahengiyê ku bernameyek ji bo geşatiya aborî û dan û standina ticarî û teknîkî navbera du welatan e, berfierh bibe.
Li gorî daxûyaniya ku nivîsgeha Ebadî daye, li vê hevdîtinê taxima siûdî jî kêfxweşiya xwe li bara baştirbûna rewşa Iraqê piştî işkesta DAIŞê û pêkanîna aramî û ewlehiyê navbera Xelkê Iraqê dan diyarkirin.
Hêjayî gotinê ye ku amadebûna taximeke wiha ji Erebistanê ku piraniya rojname û ajansên nûçeyî yên vî welatî digre ber xwe, li Iraqê bêmînak e.