Partiya Îslamî ya Iraqê dev ji hilbiajrtinê berda
Partiya sunne ya Îslamî ya Iraqê bi serokatiya Eyad El-Samerayî raghand ku li hilbijartinên pêşerojê yên vî welatî ti bebijareke xwe tine.
Li gorî rapora Fars Newsê, partiya Îslamî ya Iraqê raghand ku beşdarê hilbiajrtinên pêşerojê li welêt neke û raghand ku endamên vê partiyê dikarin ser navê lîsteyên hilbiajrtinên yên din xwe bikin berbijar.
Li gor daxûyaniya vê partiyê ku li navenda nûçana Mewazîn Newsê hat weşandin, konseya navend ya vê partiyê piştî civîna xwe ya dewreyê, biryar da ku beşadrê hilbiajrtinên pêşerojê nebe lê endamên wê mafê berbijariyê ji riya lîsteyên din ên hilbiajrtinê hene.
Li gorî vê daxûyaniyê , endamên vê partiyê dikarin xweser beşdarê hilbiajrtinê bibin û azad in u bibin berbijar. Lê ev partiya dê çavdêriya pêvajoya hilbiajrtinên pêşerojê û qonaxên curbicure wê bike.
Partiya Îslamî ya Îranê ku piştgiriya suneyan dike di dewamê de ser giringiya hilbiajrtinên pêşerojê teqez kir ji ber ku ev hilbiajrtin dê meydana siyasî ya welêt kivş bike. Ev hilbiajrtin derfetek e ji bo peydakirina şaştiyên berê û cebirandina wan e.
Ev partiya li sala 1960`an bi serokatiya Neman Ebd Rezaq El-Samerayî hat damezrandin û li sala 1991`an li Londonê cardinê hat avakirin û serê axir li sala 2003`an rasterast di Iraqê de xebata xwe da destpêkirin. Li sala 2011`an jî Eyad El-Samerayî seroktiya wê girt istûyê xwe.
Partiya El-Dewe ya Iraqê jî li 13 Çillê di biryareka hem bi vî rengî raghand ku wek partiyeka siyasî li hevalbendiyên siyasî û hilbiajrtinê ya tomarkirî, beşdar nabe lê endamên wê dikarin bi awayekî xweser û takekesî û en partiyeke li lîsteyên hilbiajrtinê ya heyî bibin berbijar.