Serokê meclisa Iraqê ji bo gotûbêja bi rayedarên qeterî sefera Duhayê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283319-serokê_meclisa_iraqê_ji_bo_gotûbêja_bi_rayedarên_qeterî_sefera_duhayê_kir
Serokê meclisa Iraqê ji bo gotûbêja bi rayedarên qeterî bi awayekî fermî sefera paytexta vî welatî Duhayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2018 10:40 Asia/Tehran
  • Serokê meclisa Iraqê ji bo gotûbêja bi rayedarên qeterî sefera Duhayê kir

Serokê meclisa Iraqê ji bo gotûbêja bi rayedarên qeterî bi awayekî fermî sefera paytexta vî welatî Duhayê kir.

Ajansa Someriya Newsê ragihand ku nivîsgeha serokê meclisa Iraqê Selîm El-Cebûrî bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku El-Cebûrî li sefera xwe ya Qeterê bi mîrê vî welatî Temîm bin Hemed Alê Sanî û bi rayedarên din ên pilebilind ên vî welatî re ser pêwendî û hevkariyên du alî û pirsgirêk û krîzên navçê û cîhanê wê gotûbêjê bike.

Serokê meclisa Iraqê Selîm El-Cebûrî li 4 Hezîrana 2017 jî bi serokatiya taximeke parlemanî serdana Qeterê kir û bi rayedarên vî welatî re ser pêwendî û hevkariyên du alî û berfirekirina wan, herwiha ser pirsgirêk û krîzên navçê gotûbêj kir.