Serokê meclisa Iraqê ji bo gotûbêja bi rayedarên qeterî sefera Duhayê kir
Sibat 25, 2018 10:40 Asia/Tehran
Serokê meclisa Iraqê ji bo gotûbêja bi rayedarên qeterî bi awayekî fermî sefera paytexta vî welatî Duhayê kir.
Ajansa Someriya Newsê ragihand ku nivîsgeha serokê meclisa Iraqê Selîm El-Cebûrî bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku El-Cebûrî li sefera xwe ya Qeterê bi mîrê vî welatî Temîm bin Hemed Alê Sanî û bi rayedarên din ên pilebilind ên vî welatî re ser pêwendî û hevkariyên du alî û pirsgirêk û krîzên navçê û cîhanê wê gotûbêjê bike.
Serokê meclisa Iraqê Selîm El-Cebûrî li 4 Hezîrana 2017 jî bi serokatiya taximeke parlemanî serdana Qeterê kir û bi rayedarên vî welatî re ser pêwendî û hevkariyên du alî û berfirekirina wan, herwiha ser pirsgirêk û krîzên navçê gotûbêj kir.