Li dijî baregeha Heşda Şeibî li Kerkûkê êrîşa xwekujiyê pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283301-li_dijî_baregeha_heşda_Şeibî_li_kerkûkê_êrîşa_xwekujiyê_pêk_hat
Polîsê parêzgeha Kerkûkê ragihand ku serê sibeha îro xwekujekî li Kerkûkê li nava baregeheke Esayîb Ehlê Heq ya ser bi Heşda Şebî ku ew baregeh nêzikî cihê ofîsa YNKê ye, xwe teqand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2018 07:44 Asia/Tehran
  • Li dijî baregeha Heşda Şeibî li Kerkûkê êrîşa xwekujiyê pêk hat

Polîsê parêzgeha Kerkûkê ragihand ku serê sibeha îro xwekujekî li Kerkûkê li nava baregeheke Esayîb Ehlê Heq ya ser bi Heşda Şebî ku ew baregeh nêzikî cihê ofîsa YNKê ye, xwe teqand.

Li gorî ragihandina Rûdawê serê sibeha îro di saet derdora 06.30an de li Kerkûkê li nav baregeha Esayîb Ehlê Heq ya bi ser Heşda Şeibî ve, ku beriya 16ê Cotmehê baregeha Partiya Gel ya Tirkmenan bû, bûyereke xwekujiyê pêk hat û xisarên giran li wê bargehê ketin.

Hat diyarkirin piştî teqînê hêzên ewlehî û dijterorê çûne cihê bûyerê û ew taxa bûyer lê qewimî kontrol kiriye û  rê nadin ku welatî bi peyatî an jî wesayitê nêzikî cihê bûyerê bibin.

Derbarê encama bûyerê û kuştî û birîndarên wê de ti zanyarî nehatin ragihandin.