Taxima medyayî ya Erebistanê sefera Bexdayê kir
Taximeke medyayî ya pilebilind a Erebistana Siûdî îro ser deweta serokê yekitiya rojnamevanên ereb gihêşt Bexadyê û biryar e tev rayedarên pilebilind ên Iraqê hevdîtinpê pêk nîne.
Li gorî rapora Fars Newsê, taximeke medyayî ya pilebilind ji Erebistana Siûdî îro ser deweta Mueyid El-lamî, serokê yekitiya rojnamevaên ereb û serokê navenda rojnamevanên iraqî gihêşt Bexdayê.
Li gor nivîsa rojnama siûdî, ya El-Riyazê ev taxima medyayî, biryar e li bara şêwazên hevkariya di navbera rojnamevanên du welatan bi aliyê iraqî re bişêwire. Ev kiryara jî li çarçoveya hewldana Erebistanê ji bo xurtkirina peywedniyên dualî bo Iraqê cih tê.
Li gorî vê raporê, biryar e taxima hanê tev serokkomar, serokwezîr, serokê parlemanê û hejmarek ji wezîrên iraqî re bicive.
Iraq û Erebistan li dehekên buhurî wek du welatên giring ên cîhana ereb, ketina nav hevrikiyên cidî û eva bû sedema nakokiya di navbera du welatan.
Yek ji hegerên herî sereke yên derketina aloziyê li van peywendiyan hevrikî ye ku bi salan navbera Erebistan, Iraq û welatekî sisyan mîna Misrê li bara rêberiya cîhana ereb hebûye. Nakokiya peywediyên navbera Riyaz û Bexdayê heya piştî sernixûnbûna Sedam jî dewam kir.