Hewlêr balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê radestî Bexdayê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283183-hewlêr_balafirgehên_herêma_kurdistana_iraqê_radestî_bexdayê_dike
Berdevkê dewleta Iraqê ragihand ku rayedarên Hewlêrê razî bûne balafirgehên Herêma Kurdistana vî welatî radestî Bexdayê bikin. Serkonsolosê Îranê li Silêmaniyê Seidullah Mesûdiyan jî ragihand ku di demeke nêzî kde balafirxaneyên Herêma Kurdistanê dê bên vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2018 13:13 Asia/Tehran
  • Hewlêr balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê radestî Bexdayê dike

Berdevkê dewleta Iraqê ragihand ku rayedarên Hewlêrê razî bûne balafirgehên Herêma Kurdistana vî welatî radestî Bexdayê bikin. Serkonsolosê Îranê li Silêmaniyê Seidullah Mesûdiyan jî ragihand ku di demeke nêzî kde balafirxaneyên Herêma Kurdistanê dê bên vekirin.

Li gorî rapora malpera Somerye News`ê, Seid Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê got: Radestkirina balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê hevgavê pêşketina muzakire û rawêjkarîyên di navbera Bexda û Hewlêrê de û pêngaveke girîng di rêka muzakireyan de tê hesêb.

Berdevkê dewleta Iraqê got: Her du alîyan li ser pêkanîna komîteyên têknîkê û yên pispor ji bo kivşkivşkirina rêbazên pêwîst ên kargêrîyê ji bo çalakirina liyêkgiheştinên sîyasî yên têkildarî blafirgehan û derîyên sînorî lihev kirine.

Dewleta Iraqê ji bo destpêkirina muzakirên sîyasî digel Hewlêrê çend merc ji wan ragihandina fermî ya ibtalkirina encamên giştpirsîya cidabûnê, radestkirina hemî derîyên sînorî û balafirgehan, radestkirina derhatên niftê û yên neniftî û derhata xeracê ya Herêma Kurdistanê bo delweta navendî ya Bexdayê kifş kirine.

Ji hêla din ve, Seidullah Mesûdiyan serkonsolosê Îranê li Silêmaniyê jî: "Ez gelek kêfxweş im ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina nakokiyên xwe yên ligel Bexdayê bi sebr e û bi qasî ku pêwîst e, nermiyê nîşan dide û hemahengî kiriye."

Serkonsolê Îranê yê li Silêmanîyê têkildarî vekirina balafirxaneyan jî got: "Bi qasî ku ez agahdar im, ji her du aliyên Hewlêr û Bexdayê ve hewlên gelek baş hatine dan û hemû qonaxên teknîkî ber bi pêş ve çûne, min bihîstiye ku di heyameke kurt de balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dê bên vekirin. Wek ku tê gotin, nakokî yan xalên ciyawaz ên Hewlêr û Bexdayê derbarê rêyên esmanî û bejayî de bi başî û bi xweşî bi dawî bûne."