El-Meyadîn: Neyariya Bexdayê digel xwesteka Amerîka bona çêkirina bargehên leşkerî li Iraqê
Karbidestekî iraqî got: Rayedarên Amerîkayê li gotûbêjên xwe yên bi karbidestên Iraqê re daxwaza çêkirina 20 bargehên leşkerî li 20 deverên Iraqê kirine ku Bexdayê ew qebûl nekiriye.
Li gor rapora IRIB Newsê ji zarê telivîzyona El-Meyadîn , Karbidestekî iraqî ku xwest navê wî eşkera nebe got: Karbidestên Amerîkayê li gotûbêjên xwe bi karbidestên Iraqê re xwestine eger Iraq naxwaze hêzên amerîkî li 20 pêgehên eskerî yên Iraqê bimînin, bila bihêle ku hêzên amerîkî herî kêm li 20 pêgehên amerîkiyan li nav Iraqê bimînin.
Vî karbidestê iraqî got: Bexdayê jî bi diyarkirina dijberiya xwe li hemberî vê xwesteka Amerîkayê ragihandiye pêwîst e rêketinnameyeke nû cuda ji rêketina li bara çawaniya xebata hêzên hevpeyman ên Amerîka li Iraqê tev Amerîka bi xwe bê îmzakirin.
Her niha nîziikî 9 hezar ji eskerên Amerîka li Iraqê ne ku piraniya wan li pêgehên eskerî yên parêzgeha El-Enbarê ne.
Amerîka di rewşekê de her mudehekê hin hêzên xwe yên leşkerî dişîne Iraqê ku heta niha bi caran aliyên iraqî nerezamendiya xwe li vê barê dane diyarkirin û destnîşan kirine ku pêwîst e her çi zûtirkê Amerîka eskerên xwe ji nav axa Iraqê derxwîne û xwe tevlî karûbarên Iraqê neke.