Mîşêl Ewn: Libnan pişta yekperçetiya axê û yekbûna Iraqê digire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283015-mîşêl_ewn_libnan_pişta_yekperçetiya_axê_û_yekbûna_iraqê_digire
Serokomarê Libnanê Mîşêl Ewn li ser piştgîriya dewlet û gelê Libnanê ji iraqiyan sekinî û serketinên hêzên ewlehiyê yên Iraqê li şerrê dijî DAIŞ`ê li xelkê vî welatî pîroz kir û got: Li vê hevdîtinê zêdekirina hevkariyên du alî û danûstandina agahiyan û herwiha mijara terorîsmê hatin hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2018 14:02 Asia/Tehran
  • Mîşêl Ewn: Libnan pişta yekperçetiya axê û yekbûna Iraqê digire

Serokomarê Libnanê Mîşêl Ewn li ser piştgîriya dewlet û gelê Libnanê ji iraqiyan sekinî û serketinên hêzên ewlehiyê yên Iraqê li şerrê dijî DAIŞ`ê li xelkê vî welatî pîroz kir û got: Li vê hevdîtinê zêdekirina hevkariyên du alî û danûstandina agahiyan û herwiha mijara terorîsmê hatin hilkolandin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Serokomarê Libnanê,Mîşêl Ewn ku ji bo sefereka du rojî li Bexdayê ye, sefera xwe ya Iraqê û gotûbêjên bi rayedarên iraqî re dostane û bibandor wesif kir û got: Ev gotûbêj wê bibin sedema pêşdaçûna peywendiyên me yên du alî ber bi astên nû û herwiha bibin sedema zêdebûna hevkariyan di warên curbicur de û bi taybet di warên aborî û geşepêdanê de.

Wî herwiha got: Li hevdîtina bi Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê re, me îmkanên heyî ji bo zêdekirina hevkariyan di pratîkê de hilkolandin bi taybet ku welatên me her duyan şertûmercên wekhev hebûne û li ber pirsgirêkên ewlehî, aborî û siyasî ne ku li ser riya geşepêdan û pêşketina wan bandorê datîne.

Ewn li dewamê hêvîdariya xwe diyar kir ku Iraq, jinavçûna komên terorîst ku xwe li vî welatî veşartine, bi dawî bîne.

Wî li vê hevdîtinê Fuad Mesûm, hevtûşê xwe yê iraqî bi awayekî fermî vexwend ku seredana Libnanê bike.

Serokomarê xirîstanî yê Libnanê, li dewama sefera xwe ya Iraqê, piştî seredana dêra Seyde El Necahê li Bexdayê, got: Heya niha min cinayeta terorîstên ku kesên îmandar ên li halê duakirinê bike armanc, nedîtibû.

Efram Yûsif Eba, metranê payebilind ê Bexdayê jî, ji Mîşêl Ewn re got: Xirîstaniyên Iraqê, we piştgit û garantorê hebûna xwe dizanin.