Zêdebûna tedbîrên ewlehiyê li derdora navendên eskerî yên Emerîkayê
Emerîkayê piştî gefên hêzên Heşda Şebaî û sekinîna wan ser pêwîstiya paşdevekişyana ji Iraqê, tedbîrên ewlehiyê li derdora navendên xwe li vî welatî zêde kirine.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars Newsê, rojnama El-Erebî El-Cedîdê ji zarê rayedarên iraqî nivîsî: Artêşa Emerîkayê tevî girankirina tedbîrên ewlehiyê li derdora navendên xwe li Iraqê, pêşiya bicihbûna koma ser bi Heşda Şebî li herîkêm 20 km ya hin navendên emerîkî ji wan Eyn Esedê li Enbarê û Beledê li Selahedînê, digre.
Hêzên Heşad Şebî ji Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê xwestine ku lîsteya demê ya paşdevekişyana hêzên emerîkî ji vî welatî raber bike, ji ber ku êdî beşdariya van hêzana li welêt piştî azadkirina tam a Iraqê ji lepên DAIŞ`ê, nayê pînekirin.
Ev kiryara artêşa Emerîkayê li çarçova zêdebûna gefan li nava Iraqê li dijî hêzên eskerî yên emerîkî yên hazir li vî welatî cih hatiye. Bi ragahndian kutabûna DAIŞ`ê li Iraqê, hin kom û rayedarên iraqî daxwaza kutabûna mayîna eskerên emerîkî li vî welatî kirin.