Sekinîna ser qahîmkirina peywendiyên navbera Lubnan û Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i282983-sekinîna_ser_qahîmkirina_peywendiyên_navbera_lubnan_û_iraqê
Li hevdîtina Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê tev Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê du aliyan ser berfirehkirina peywendiyên siyasî û abûrî yên navbera du welatan sekinîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2018 06:17 Asia/Tehran
  • Sekinîna ser qahîmkirina peywendiyên navbera Lubnan û Iraqê

Li hevdîtina Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê tev Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê du aliyan ser berfirehkirina peywendiyên siyasî û abûrî yên navbera du welatan sekinîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li press konferansa xwe ya hevpar tev serokkomarê Lubnanê got: Li vê hevdîtinê me li ser çawaniya berfirehkirina peywendiyên abûrî û tecarî di navbera Bexdayê û Bêyrûtê û çawaniya pişkdariya Lubnanê li prosa avedankirina Iraqê axivî.

Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê jî li vê press konferansê bal kişande ser vê yekê ku her du welatan li van salana rewşekî wek hevdu hebûn û rastî kirîzên ewlehî, abûrî û siyasî hatine ser zêdekirina gotûbêjên navbera du welatan destnîşan kir.

Mîşêl Ewn herwisa bal kişande ser parastina yekparçetiya axa Iraqê û hevgirtina gelê Iraqê got: Pêwîste her du welatên Iraq û Lubnan tecrubeyên xwe li bara şerê dijî terorîzmê dayînin ber destê hevdu.

Mîşêl Ewn serokomarê Libnanê vê duh sêşemê giheşte balafirgeha Bexdayê û ji hêla Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê va hat pêşwazîkirin. Serokomarê Libnanê piştî têkçûna rêjîma dîktatorî ya Sedam, cara yekem e ku seredana Iraqê dike.