Baylozê Iraqê li Rûsiyayê: Damezirîna pêgeha eskerî ya Amerîka li Iraqê îbtal e
Heyder Hadî baylozê Iraqê li Rûsiyayê duh sêşemê got: Hêtimala damezirîna pêgeha eskerî ya Amerîka li Iraqê tuneye.
Li gor rapora IRIB Newsê, Heyder Hadî baylozê Iraqê li Rûsiyayê li Press konferansekê got: Li bara hizûra eskerî ya Amerîka li nav Iraqê, pêwîste îşare bê kirin ku du welatan li sala 2011 rêketinnameyek îmza kirin ku gor vê rêketinê eskerên Amerîka ji nav axa Iraqê derketin û êdî tu hêtimalek tune ku pêgehên Amerîka li nav axa Iraqê bêne çêkirin.
Heyder Hadî li bara rewşa terorîstan li nav axa Iraqê jî got: Birek ji aliyên veşartî yên DAIŞ`ê li nav Iraqê hîn hene ku bi hevkariya karbidestên parêzgehan ewna jî dê jinav herin.
Wî li bara rê-çareyên jinavçûna kirîzên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî got: Tenê rêya çareserbûna van kirîzan gotûbêjên dîplomatîk di navbera Hewlêr û Bexdayê ye.
Heyder Hadî libara hizûra Eskerî ya Tirkiyê li Beşîqê jî ragihand: Hizûra eskerî ya Tirkiyê li Beşîqê curek dagîrkerî ye û li ser peywendiyên navbera Bexda û Enqerê tesîrekî nebaş kiriye.
Piştî ku Tirkiyê bêyî îzna dewletên Iraqê eskerên xwe şandine nav axavî welatî, Bexdayê bicaran ev karê Enqerê mehkûm kir û daxwaza derketina hêzên eskerî yên Tirkiyê ji nav axa xwe kir.
Dewleta Tirkiyê li kutahiya sala 2015 bêyî îzna dewleta Bexdayê bi sedan eskerên xwe şande bakûra Iraqê û li navça Beşîqê ev eskerane musteqer kirin û Enqere hertm îdiayê dike ku hedefa şandina hêzên eskerî ji bo nav axa Iraqê perwerdekirina hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê û şerê dijî terorîstane.