Destpêbûna opêrasyona paqkijkirina Seidûnîyê li başûra rojavaya Kerkûkê ji têrorîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i282951-destpêbûna_opêrasyona_paqkijkirina_seidûnîyê_li_başûra_rojavaya_kerkûkê_ji_têrorîstan
Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) û polîsên fêdêral derbasî devera Seidûnîyê li başûra rojavaya parêzgeha Kerkûkê bûn û opêrasyona pakijkirina vê deverê ji têrorîstên mayî yên DAIş`ê destpê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2018 14:42 Asia/Tehran
  • Destpêbûna opêrasyona paqkijkirina Seidûnîyê li başûra rojavaya Kerkûkê ji têrorîstan

Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) û polîsên fêdêral derbasî devera Seidûnîyê li başûra rojavaya parêzgeha Kerkûkê bûn û opêrasyona pakijkirina vê deverê ji têrorîstên mayî yên DAIş`ê destpê kirin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Eilam Herbîyê (الاعلام الحربی), hêzên Heşdi Şeibîyê armanca opêrasyona li devera Seidûnîyê pakijkirina vê deverê ji têrorîstên mayî yên DAIŞ`ê da zanîn û ragihand: Li vê opêrasyonê dê balafirên cengê yên artêşa Iraqê jî piştgirîyê bidin me û hêzên polîsên fêdêral.

Hêzên Heşdi Şeibî duh li Hewîcê ketin ber êrişa têrorîstên DAIŞ`ê û pevçûna di navbera her du alîyan de 2 sietan berdewam bû û di encamê de 27 kes ji hêzên Heşdi Şeibîyê hatin kuştinê.

Li parêzgeha Besrê ya Iraqê jî duh meytên 11 hêzên Heşdi Şeibîyê hatin rakirin û definkirinê. Ev hêzana li başûra rojavaya Kerkûkê ketibûn kemîneke têrorîstên DAIŞ`ê.