Hevdîtina serokomarên Libnan û Iraqê li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i282949-hevdîtina_serokomarên_libnan_û_iraqê_li_bexdayê
Serokomarê Libnanê pêgirî kir: Serketina li hemberî têrorîsmê careka din pêbawerîya iraqîyan bo ewlehîyê zivirand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2018 14:33 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokomarên Libnan û Iraqê li Bexdayê

Serokomarê Libnanê pêgirî kir: Serketina li hemberî têrorîsmê careka din pêbawerîya iraqîyan bo ewlehîyê zivirand.

Li gorî rapora televîzyona El Meyadîn a Libnanê, Mîşêl Ewn serokomarê Libnanê îro li civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel Fuad Meisûm serokomarê Iraqê li bajarê Bexdayê hêvî kir ku Iraq bi şopandina têrorîstan, serketina li hemberî têrorîsmê teqil bike û bikemilîne.

Mîşêl Ewn piştgirî da tifaqa gelê Iraqê û hewildana ji bo sekinîna li hemberî perçekirina vî welatî û pêgirî kir: Digel rayedarên Iraqê têkildarî parastina tifaq û rêya lihevhatina welatên ereb hin gotûpêj pêk anîne û hin lihevkirin bi dest ketine.

Serokomarê Libnanê bal kişand ser gefên Rêjîma Sîyonîst li hemberî Libnanê jî û got: Helwesta libnanîyan li hemberî van gef û pîjkirinan yekgirtî û qahîm e.

Mîşêl Ewn serokomarê Libnanê vê sibê giheşte balafirgeha Bexdayê û ji hêla Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê va hat pêşwazîkirin. Serokomarê Libnanê piştî têkçûna rêjîma dîktatorî ya Sedam, cara yekem e ku seredana Iraqê dike.