Teqîn li Bexdayê, 5 kes birîndar bûn
Li encama teqîna bombeyê li navenda Bexdayê paytexta Iraq herîkêm 5 kes birîndar bûn.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, ev teqîna duşemiyê şevê li navça El-Kuradê ya Bexdayê qewimî.
Li encama vê teqînê, hêzên ewlehiyê û gîhandina alîkariyê yên Iraqê çûne cihê bûyerê û tedbîrên ewlehiyê meşandin û alîkariya mexdûrên bûyerê kirin.
Tevî işksta koma terorîstî ya DAIŞê li Iraqê, hîn jî hejmarek ji endamên vê koma terorîstî li navçên curbicure vî welatî mene û bi awayekî berbilav operasyonên terorîstî cih tînin.
Koma terorîstî ya DAIŞ`ê li sala 2014`an bi piştiriyên aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistanê bi êrişa ser Iraqê, hin beşên berfireh ji navçên bakur û rojava vî welatî dagir kir û gelek cinayet kirin.
Hêzên iraqî bi alîkariya misteşarî ya Komara Îslamî ya Îranê roja îniyê , 17 Mijdara 2017`an karîn ku bajarê Raweyê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê azad bikin. Piştî azadkirina vî bajarî di pratîkê de karê DAIŞ`ê li Iraqê kuta bû.