Ebadî: Pêwîste paşmayiyên DAIŞ li nav axa Iraqê jinav herin
Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser işkesta terorîstên DAIŞ`ê li nav vî welatî û ragihand ku pêwîste paşmayiyên van terorîstan li nav Iraqê û welatên navçê jinav herin.
Li gor rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê êvara duh şemiyê li civîna 54-an a konferansa ewlehiyê ya Mûnîxa Alman bal kişande ser viya ku pêwîste hilgirtina çek û sîlahan li derve ji dewleta Iraqê bê qedexekirin ragihand: Terorîst ji heq û mafên ku welatên demokratîk bo wan digrin istifadeya nerewa dikin .
Ebadî ji hemû welatên cîhanê xwest ku alîkariya hevdu bikin ta ku paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê li cîhanê jinav herin û ggot: Pêwîste hemû bizanibin ku bawera terorîstî nûnertiya dînî îslamê nake.
Wî got: Dewleta Iraqê soza ku bona jinavbirina terorîstên DAIŞ`ê dabû cih anî û em hêvîdarin welatên cîhanê jî li prosa avedankirina Iraqê alîkariya me bikin.