Berpirsekî terorîstên DAIŞ`ê li Kerkûkê hate girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i282741-berpirsekî_terorîstên_daiŞ_ê_li_kerkûkê_hate_girtin
Çavdêrê giştî yê parêzgeha Kerkûka Iraqê ragihand ku berpirsê istixbaratî-ewlehî yê terorîstên DAIŞ`ê li Welayeta Kerkûkê hate girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2018 05:21 Asia/Tehran
  • Berpirsekî terorîstên DAIŞ`ê li Kerkûkê hate girtin

Çavdêrê giştî yê parêzgeha Kerkûka Iraqê ragihand ku berpirsê istixbaratî-ewlehî yê terorîstên DAIŞ`ê li Welayeta Kerkûkê hate girtin.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Serheng Hemed Letîf  çavdêrê giştî yê parêzgeha Kerkûka Iraqê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona Sûmiriye News`ê, ragihand ku gor agehdariyên ku ketine ber destê polîsê Iraqê, piştî teqîna terorîstî ya duh şemiyê li bajarê Daqûqê hêzên ewlehiya Kerkûkê karîn berpirsê istixbaratî-ewlehî yê terorîstên DAIŞ`ê li Welayeta Kerkûkê li yek ji navçên derûdora Kerkûkê bigrin.

Wî got: Ev berpirsê DAIş`ê niha di destê hêzên ewlehiya Iraqê daye û bona mehkemekirinê dê radestê saziya dadweriya Iraqê bike.

kerkûk li 225 kîlomitriya bakûra Bexdayê ye û her wextekê carê terorîstên DAIŞ`ê hêzên ewlehî, polîs û welatiyên sivîle vê parêzgehê dikin hedefa êrişên xwe.