Iraqê yekim barê tankên rûsî ji Moskowê wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i282683-iraqê_yekim_barê_tankên_rûsî_ji_moskowê_wergirt
Wezareta berevaniya Iraqê ragihand ku Bexdayê ewil barê tankên T-90 ku ji Rûsiyayê kirrîbû wergirtîye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2018 11:24 Asia/Tehran
  • Iraqê yekim barê tankên rûsî ji Moskowê wergirt

Wezareta berevaniya Iraqê ragihand ku Bexdayê ewil barê tankên T-90 ku ji Rûsiyayê kirrîbû wergirtîye.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê. Wezareta berevaniya Iraqê duh îniyê ragihand ku wan ewil barê tankên T-90 ku ji Rûsiyayê kirrîbûn wergirtin ku ev barê tankan pişkek ji peymannama kirrîna çek û sîlahên eskerî ji Rûsiyayê bû ku li sala 2017 di navbera Bexda û Moskovayê hatibûye îmzakirin.

Wezareta berevaniya Iraqê herwisa ragihand: Tankên rûsî pêncşemê gihêştine bendera Umul-Qesrê li başûra Iraqê û ji riya Besrê gihêştine Bexdayê û hatiye ragihandin ku tankên din jî hema li proseyekî diyarî kirî dê bigehêjin Iraqê.

Iraqê û Rûsiyayê li sala 2017 peymannameyekî eskerî îmza kirin ku gor vê rêketinê Bexdayê 73 tankên T-90 ji Rûsiyayê kirrîn.