Hejmareka çeteyên têrorîst ên DAIŞê li Mûsila Iraqê hatin kuştin
Herîkêm 19 kes ji çeteyên DAIŞê li êrîşa hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojavaya bajarê Mûsilê li bakurî vî welatî hatin kuştin.
Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa nûçeyana Anatoliyê, Cefer Evdilezîz El Bekerî ji fermandarên navenda opêrasiyona Nêynewayê li Iraqê got: "Opêrasiyona leşkerî li rojavaya Mûsilê piştî wergirtina raporên sirrî li bara çalakiyên çekdarî yên hin têrorîstan li navçeya Eskiyê dest pê bû".
Li halekî ku hebûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê bi dawî hatiye, hîn jî hin kesên ser bi vê komê bi awayê komên biçûk û berbelav li hin navçeyên Iraqê hene û cinayetan pêk tînin.
Li vî halî, kanala têlêvîziyoniya El Meyadînê bi raporekê ragihand: Gefa koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê bi têkbirina wê bi dawî nehatiye û madeyên teqandinê ku vê komê li nav malên xelkê û cihên rûniştin û hatûçûnê danîne, hema wisa xeterek li ser canê xelkê ye.
El Meyadînê her wiha ragihand: "Bi herzaran mûşek û bombeyên ku firokeyên şêrr ên hevpeymaniya navneteweyî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞê bi rêbertiya Amerîkayê li navçeyên cûrbicûr ên Iraqê rojandine û neteqiyane, niha gefek li ser canê xelkê ne û renge her kêliyekê ewna biteqin".