Pêgirîya serokwezîrê Iraqê li ser jinûve avakirina deverên azadkirî yên vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i282261-pêgirîya_serokwezîrê_iraqê_li_ser_jinûve_avakirina_deverên_azadkirî_yên_vî_welatî
Serokwezîrê Iraqê pêgirî li ser alîkarîya bo welatîyên iraqî ji no jinûve avakirina malên kavilbûyî ji ber şêrr li deverên ji lepên têrorîstan hatine azadkirinê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2018 15:10 Asia/Tehran
  • Pêgirîya serokwezîrê Iraqê li ser jinûve avakirina deverên azadkirî yên vî welatî

Serokwezîrê Iraqê pêgirî li ser alîkarîya bo welatîyên iraqî ji no jinûve avakirina malên kavilbûyî ji ber şêrr li deverên ji lepên têrorîstan hatine azadkirinê kir.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro bi pêgirîya li ser girîngîya vegerandina istiqrarê û jinûve avakirina parêzgehên Iraqê nemaze parêzgeha Nêynewayê û taxên kevin ên şarê Mûsilê  kir û got ku divê rê ji bo vegera hemî awareyan ser mal û halê xwe li deverên ji lepên têrorîstan azadkirî bê xweşkirin û vegera wan bê hêsankirin.

Casim Mihemed Caf wezîrê koçberîyê yê Iraqê berî vîya ragihandibû ku du û nîv milyon iraqî ku ji ber cinayetên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji mal û warê xwe aware bibûn, zivirîne malên xwe.

Li gorî ragihandina wezareta koçberîyê ya Iraqê nêzî 5 milyon iraqî ji parêzgehên Al Enbar, Selahedîn û Nêynewa û hin pişkên parêzgehên Dîyale û Kerkûkê aware bûne.