Wezîra berevanîya Almanê seredana Bexda û Hewlêrê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i282253-wezîra_berevanîya_almanê_seredana_bexda_û_hewlêrê_kir
Wezîra berevanîya Almanê piştî seredana fermî ya Bexdayê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2018 14:22 Asia/Tehran
  • Wezîra berevanîya Almanê seredana Bexda û Hewlêrê kir

Wezîra berevanîya Almanê piştî seredana fermî ya Bexdayê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê, seredana îro ya Orsola Von Dêr Lêyên (Ursula von der Leyen) wezîra berevanîyê ya Almanê bo Hewlêrê bi merema vekirina nexweşxana taybetî dermankirina hêzên Pêşmerge pêk hat.

Wezîra berevaniya Almanya Ursula Von Der Leyen serdana şêwirmend û leşkerên Almanya yên li Hewlêrê kir û herwaha serdana nexwaşxaneya leşkerî ya beşa lezgîn, ku ji tebaxa sala 2017ê ve avakirina wê destpê bûye û ji aliyê hikûmeta Almanya ve tê avakirin  û qonaxên avakirina wê di cîhê wê de dît derbarê wê de agahî wergirtin. Ev nexweşxana bi 6 milyon yuroyî hatîye avakirinê.

Di dema serdana wê de, ji bo bingeha serbazî ya Almanya li devera Behrikê ya ser bi Hewlêrê ve, hejmarek ji fermandeyên hêzên Pêşmerge û fermandeyên artêşa Almanya pêşwaziya wê kirin û çendîn nimayiş û rahênanên meydanî li pêşya wezîra berevaniya Almanya hatin encamdan.

Wezîra berevanîya Almanê li Bexdayê jî pêgirî li ser dewama piştgirîya welatê xwe ji Iraqê di hemî waran de piştî têkbirina DAIŞ`ê kir û got: Alman di warê rahênan û rawêjkarîyê de yê pişta hêzên Iraqê bigire.

Li hevdîtina di navbera wezara berevanîya Almanê û serokwezîrê Iraqê li Bexdayê, her du alîyan têkildarî qahîmkirina hevkarîyên dualî yên warên ewlehîyê û rewşa navçê gotûbêj kirin.