Damezirandina komîteyên têknîkî yên Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina mijara derfirotina niftê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i281919-damezirandina_komîteyên_têknîkî_yên_bexda_û_hewlêrê_ji_bo_çareserkirina_mijara_derfirotina_niftê
Berdevkê dewleta Iraqê qala damzirandina komîteyên têknîkî yên Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina mijara derfirotina niftê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2018 13:48 Asia/Tehran
  • Damezirandina komîteyên têknîkî yên Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina mijara derfirotina niftê

Berdevkê dewleta Iraqê qala damzirandina komîteyên têknîkî yên Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina mijara derfirotina niftê kir.

Li gorî rapora mehr Newsê ji zarê rojnameya El Sebah El cedîdê, Seid El Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê bal kişande ser vê yekê ku Bexdayê tu berpirsiyariya xwe derheq biryarnameyên wajokirî di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û kompaniyên biyanî tune, got: "Komîteyên têknîkî û pispor ji aliyê Kompaniya Neteweyî ya Niftê ya Iraqê û hin berpirsên vê herêmê hatinen damezirandin da ku li qonaxa pêşber da berpirsiyariya cihanîna lihevkirinên du aliyan li warê derfirtoina niftê bigirin ustiyê xwe".

Berdevkê dewleta Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Bexdayê tu berpirsiyariya xwe derheq biryarnameyên niftî yên berê yên Hewlêrê tune, got: "Dosyeya derfirotina niftê mijareka neteweyî ye û divê biryarname ji aliyê Kompaniya Neteweyî ya Nifta Iraqê ya ser bi Wezareta Niftê ya Irqê va pêk bên û her girêbesta ku ji aliyê Hewlêrê va bi kompaniyên derveyî li warê derfirotina niftê hatine girêdan, dê berpirsiyariya wan lis er ustiyê Hewlêrê be".

Hedîsî bal kişande ser hevdîtina vê dawiyê ya Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê û Nêçîrfvan Barzanî serokê rêvebiriya Herêma KUrdistanê û got: "Li vê hevdîtinê li ser pêwîstiya wêdadayîna nakokî û pirsgirêkên heyî di navbera Bexda û Hewlêrê da bi taybet mijara derfirotina nifta Herêma KUrdistanê gotûbêj hatiye kirin".

Berdevkê dewleta Iraqê her wiha rêzgirtina Hewlêrê li hukmê dadgeha bilind a fêdêral a Iraqê yê betalbûan Giştpirsîna Herêmam Kurdistanê pêngavek erênî da zanîn û got: "Pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê di dema niha da gellek ji pêwendiyên pêşîn, heta pêwendiyên beriya lidarxistina giştpirsîna vê navçeyê bûye".

Dewleta Iraqê ji bo destpêkirina gotûbêjên siyasî bi Hewlêrê ra hin şert û merc ji wan ragiahndina fermî ya betalbûna encamnêî Giştpirsîna neqanûnî ya cudabûnê, radestkirina tevahiya derbasgehên sînorî û firokexaneyan, radestkirina derhatên niftê û ji billî niftê û derhata bac û xeraca Herêmam Kurdistana vî welatî bo dewleta navendî li Bexdayê diyar kirine.