Alîkarê serokomarê Iraqê: Îran hêjayî qedrgirtinê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i281885-alîkarê_serokomarê_iraqê_Îran_hêjayî_qedrgirtinê_ye
Alîkarê serokomarê Iraqê ji piştevaniyên Têhranê ji Bexdayê li şerê dijî DAIŞê di rewşa qeyranî da sipasî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2018 08:29 Asia/Tehran
  • Alîkarê serokomarê Iraqê: Îran hêjayî qedrgirtinê ye

Alîkarê serokomarê Iraqê ji piştevaniyên Têhranê ji Bexdayê li şerê dijî DAIŞê di rewşa qeyranî da sipasî kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Alîkarê serokomarê Iraqê, Osame Nuceyfî roja Duşemiyê li hevdîtina bi Îrec Mescidî, balyozê Îranê li vî welatî, destnîşan kir: "Îran hêjayî qedrgirtinê ye, ji ber ku di rewşa qeyranî da gihîşte hawara Iraqê".

Nuceyfî her wiha got: "Îran welatekî girîng, dost û cînarê Iraqê ye û ji bo qahîmbûna ewlehî û aştiyê bi dewleta Iraqê ra hevkariyê dike".

Alîkarê serokomarê Iraqê got: "Divê nexşeriyeka nû li ser esasa hevkariyê û çareserkirina pirsgirêkan bo armanceka bilindtir ku aramiya li navçeyê ye, were berxwegirtin."

Balyozê Îranê li Iraqê jî tevî şirovekirina helwêstên Îranê derheq Iraqê got: "Du pirsgirêkên DAIŞ û giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistanê ji pirsgirêkên sereke yên Iraqê bûn ku Îranê li ser zêdekirina hewildana ji bo serketina li hemberî DAIŞê û çareserkirina kêşeya Giştpirsînê pêgirî kir".

Mescidî got: "Îran weke beşdariay xwe li têkoşîna dijî DAIŞê, amade ye ku li warê avedankirna nû ya Iraqê pişk û para xwe hebe û kompaniyên pispor ên îranî amade ne ku beşdarî avakirina nû ya planên jêrsaziya Iraqê bin".