Dewleta Iraqê lîsteyeka 60 kesî ya tawanbarên kiryarên terorîstî weşand
Dewleta Iraqê lîsteyeka 60 kesî ya kesên ku tawanbar in bi komên terorîst ên wek DAIŞ, El Qaide û partya têkçûyî ya Bes re hevkarî kirine, weşandiye.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê ji zarê rojnma El Heyata Londonê, li vê lîsteyê navê 28 endamên DAIŞ`ê, 12 serkirdeyên El Qaidê û 20 fermandeyên besî û kesên ku di nav van komên terorîst de berpirsyar in qeyd bûye û wêneyên hin ji van tawanbaran jî hatine weşandin.
Di lîsteya ku hatiye weşandin, navê Rexed, keça Sedamê dîktatorê îdambûyî yê Iraqê jî ku niha li Urdinê ye, dikeve ber çavan.
Rayedarekî berpirs ê payebilind ê Iraqê, got: Ev lîste navê tawanbarên herî girîng û kesên ku ji aliyê sîstema dadweriyê ya Iraqê ve tên şopandin, digire ber xwe ku aliyê fermî yên iraqî ew weşandine û lîsteyên din jî wê bêne weşandin.
Di nava navên vê lîsteyê de, Faris Mihemed Yûnis El Muwelî, berpirsê taxima leşkerîleşkerî ya DAIŞ`ê li navça Zumarê û bendava Mûsilê, Selah Ebdulrehman El Ebûş, berpirsê leşkerî yê DAIŞ`ê li Zabê û dabînkerê hewcedariyên DAIŞ`ê li Kerkûkê, Sedam Hisên Hemûd El Cibûrî, û qaşo mîeê DAIŞ`ê li başûrê Mûsil û El Şerqatê û Mehmûd Îbrahîm El Meşhedanî, ku efserê berê yê rejîma Sedam e, tên dîtin.
Heyder El Ebadî, serokwezîr û fermandê gişt hêzên çekdar ên Iraqê, 9`ê Kanûna 2017`an, bi awayekî fermî, azadiya axa vî welatî ji bin lepên DAIŞ`ê û serêxwegirtina serketina mezin ragihand.