Gelek çek û madeyên teqandinê li navçeyên curbicur ên Bexdayê hatin dîtin
Navenda fermandetiya operasyona Bexdayê, ji desdanîna ser gelek çek û madeyên teqandinê li navçeyên curbicur ên bajarê Bexdayê agahî da.
Li gorî rapora roja duşemê ya IRIB News`ê ji zarê Spûtnîkê, navenda fermandetiya operasyona Bexdayê ragihand hêzên ewlehiyê yên Iraqê van çekên bê îzname û ne qanûnî di encama operasyona lêgerîna ji navçeyên El Fezliye û Hey El Amilê û herwiha El Kerx û El Resafê li Bexdayê de zevt kirine.
Wezareta berevaniya Iraqê jî li daxuyaniyekê ragihand bi destpêbûna operasyona lêgerîna berfireh a Yekîneyên Leşkera 14`an a Peya ya Artêşê li parêzgeha El Enbarê ji bo paqijkirina navçeyên curbicur ji maiyên endamên terorîst ên DAIŞ`ê, depoyeka mezin a çekan ku tijî bombeyên curbicur, gulleyên hawanê û mûşekên ser milan bû, zevt kirin.