70 welat li Konfiransa Jinûve Avakirina Iraqê pişkdar dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i281795-70_welat_li_konfiransa_jinûve_avakirina_iraqê_pişkdar_dibin
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku 70 welat û bi sedan şîrketên girîng ên sermayeguzarîyê ji seranserî cîhanê dê li Konfiransa Jinûve Avakirina Iraqê pişkdar bin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 04, 2018 14:56 Asia/Tehran
  • 70 welat li Konfiransa Jinûve Avakirina Iraqê pişkdar dibin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku 70 welat û bi sedan şîrketên girîng ên sermayeguzarîyê ji seranserî cîhanê dê li Konfiransa Jinûve Avakirina Iraqê pişkdar bin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ehmed Mehcûb berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê got: Pêşbînî hatîyekirin ku dewleta Iraqê bikare li vê konfiransê nêzî 100 milyard dolar alîkarî û sermîyanê ji bo jinûve avakirina deverên şerlêketî kom bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê herwisan got: Sazîyên civaka sivîl, şîrket û welatên pişkdarê vê konfiransê, dê têkildarî çawanîya sermayeguzarîya li Iraqê gotûbêj û rawêjkarîyê bikin.

Dewleta Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê vê dawîyê basa amadekirina plana jinûve avakirina deverên kavilbûyî yên ji ber şêrr û bihêzkirina binesazîyên vî welatî kirîye.