Serdestbûna DAIŞ`ê li hin pişkên Kerkûkê derew hat zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i281787-serdestbûna_daiŞ_ê_li_hin_pişkên_kerkûkê_derew_hat_zanîn
Wezareta Berevanîyê ya Iraqê nûçeya hin mêdyayên xwecî têkildarî serdestbûna paşmayîyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li hin pişkên parêzgeha Kerkûkê derew zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 04, 2018 13:48 Asia/Tehran
  • Serdestbûna DAIŞ`ê li hin pişkên Kerkûkê derew hat zanîn

Wezareta Berevanîyê ya Iraqê nûçeya hin mêdyayên xwecî têkildarî serdestbûna paşmayîyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li hin pişkên parêzgeha Kerkûkê derew zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoly, navenda ragihandinê ya Wezareta Berevanîyê ya Iraqê li daxûyanîyekê ragihand, raporên têkildarî vîya ku DAIŞ li sedî 40`ê parêzgeha Kerkûkê serdest bûye, tam derew û bêbingeh in.

Wezareta Berevanîyê ya Iraqê herwisan idiayên têkildarî hebûna 800 têrorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Kerkûkê derew zanîn û ragihand ku parêzgeha Kerkûkê tam di bin kontrola hêzên ewlehîyê yên Iraqê de ye.

Hin mêdyayên xwecî yên Iraqê şeva buhurî ji zarê Mihemed Osman yek ji parlimanterên YNK`ê li parlimana Iraqê ragihandin ku niha 800 DAIŞ`î li parêzgeha Kerkûkê hene û nêzî nîvê vê parêzgehê di bin kontrola DAIŞ`ê de ye.