Lêkolîna para kurdan ji bûdceya Iraqê
Endamê komîsiyona abûrî ya meclisa Iraqê got: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê komîteyek bona lêkolîna ser para kurdên vî welatî ji bûdceyê pêk aniye.
Li gor rapora telivîzyona El-Iticah , Mesûd Heyder endamê komîsiyona abûrî ya meclisa Iraqê got: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê komîteyek bona lêkolîna ser para kurdên vî welatî ji bûdceyê pêk aniye û ev komîteya pêkhatî ji endamên komîsiyona abûrî û wezareta daratiya dewleta Bexdayê ye.
Mesûd Heyder got: Para pêşmergeyan ji vê bûdceyê, heq û mafê karmendên herêma Kurdistana Iraqê û para parêzgeha Helebcê jivê bûdceyê li babetên girîngin ku ev komîteya dê li ser lêkolînê bike.
Li vî halî da Azîz Ebdullah nûnerê hevalbendiya Kurdistanê li parlemana Iraqê got: Ev komîteya pêkhatî ji nûnerên dewleta Bexdayê û dewleta herêma Kurdistana Iraqê ye ta ku para herêma kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê kifş bike.
Wî got: Ev komîteya dêxebata xwe bi vê zûtiyê destpê bike.