Opêrasyona berfire ya Iraqê li sînorê Erebistanê
Fermandeyê opêrasyona El Enbarê ragihand ku artêş û hêzên vî welatî opêrasyoneke berfire li sînorên Erebistanê destpê kirine.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, Mehmûd Felahî fermandeyê opêrasyona El Enbarê got: Hêzên artêş, polîs û Heşdî Şeibî û hêzên sînorparêz bi piştgirîya hêza hewayî ya artêşa Iraqê ji vê sibê ve ji bo paqijkirina çola El Enbarê opêrasyoneke berfire ber bi sînorên Iraq û Erebistanê destpê kriine.
Li gorî gotina Felahî, opêrasyona El Enbarê bi armanca jinavbirina veşartgehên DAIŞ`ê li çola rojavaya vê parêzgehê li nêzîkî sînorê Erebistan û Iraqê cih tê.
Qasim Mihemedî fermandeyê Opêrasyona Cizîrê jî yekşema buhurî gotibû: Yekîneyên gerok ên hêzên gelanî û ewlehîyê yên Iraqê di encama opêrasyonekê li başûra rojhilata şarê Qaimê de, tevî naskirina cihînerên opêrasyona teqandinê, herîkêm 5 xwekuj li rojavaya parêzgeha El Enbarê kuştin û maşîneke bombekirî jî rûxandin.