Ebadî: Em rêzê li daxwazên kurdan digirin
Serokwezîrê Iraqê bi gotina vê yekê ku hin kes naxwazin qeyrana di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Bexdayê de bê çareserkirinê, pêgirî kir: Em rêzê li daxwazên kurdan digirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê (Mehr News), Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ``pişkek ji pirsgirêkên kurdan dîrokî`` zanîn û got: Hemî dewletên ku tên ser desthilatê, pêrgî vê mesele û pirsgirêkê dibin. Ebadî herwisan got: Pirsgirêka etnîkî û qeyrana niftê û dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistanê hene ku em ji bo çareserkirina wan hewil didin.
Ebadî herwisan got: Ji ber nebûna şefafîyetê li warê şopandin û çavdêrîya ser kiryarên Herêma Kurdistana Iraqê nerazîbûna xwe nîşan daye û li dijî şêwaza birêvebirina kar û barên wir e ji ber ku ev yeka bi şiklê hizbî tê kirin û parliman û dewleta Iraqê di warê berpirsîyên girîng di van salên dawîyê li gorî par û pişka sîyasî kar kirine.
Serokwezîrê Iraqê berî vîya l icivîna digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li rex civîna Davoosê gotûbê ku li vê civînê nexşerêyek bi dest xistine û hêvîdar e ku ew bi awayekî durist cih bê.