Ebadî: Piştî tunebûna DAIŞê arîşeyên nû li ber Iraqê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i281657-ebadî_piştî_tunebûna_daiŞê_arîşeyên_nû_li_ber_iraqê_ne
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got: Piştî tunebûna terorîzma DAIŞê arîşeyên nû li ber Iraqê ne ku ya herî girîng şer û xebata li dij gendeliyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2018 14:29 Asia/Tehran
  • Ebadî: Piştî tunebûna DAIŞê arîşeyên nû li ber Iraqê ne

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got: Piştî tunebûna terorîzma DAIŞê arîşeyên nû li ber Iraqê ne ku ya herî girîng şer û xebata li dij gendeliyê ye.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî berêvara sêşemiya bihurî ji despêbûna wezîfedariya xwe ya xebata li dij gendeliyê xeber da û ragihand ku ev wezîfedariya li van rojana nagihêje dawiya xwe.

Li gor Somera Newsê, Serokwezîrê Iraqê îro li Bexdayê got: Dewleta Iraqê piştî tunebûna terorîzma DAIŞî,bi arîşeyên nû re rûbirû ye, piştgiriya ji ewlekariya bajar û gundan û piştgiriya ji welatiyên iraqî û parastina wan li hemberî terorîstan û cinayetên wan, qaçaxa çekan û madên hişber çend babet ji arîşeyên hanê ne.

Ebadî got: Dewletê planek gişt alî ji bo xebata li dij gendeliyê amade kiriye û teşkîlatên ewlekariyê divê ku gendeliyê ji holê rakin da ku bandora wê ser serkevtinên Iraqê nemîne.

Serokwezîrê Iraqê got: Guhertina berbiçav li Polîsê Fedral û yekperçetiya wan bi rêxistin û saziyên din re û şerê wan li kêleka aertêş, li dij DAIŞê, herwiha şer û xebata Heşda Şebî, hêzên gelanî yên eşîreyan, hêzên pêşmerge û canfîdayên wan ji bo Iraqê bû sedema serkeftina mezin.