Rêketina destpêkê bona vekirina derbasgeh û balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê
Nûnerekî kurd li parlemana Iraqê ragihand; taximên Hewlêr û Bexdayê li bara vekirina derbasgehên sînorî û balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê bi hevra rêketin.
Li gor rapora IRIB News`ê, Ehmed Taha nûnerekî kurde parlemana Iraqê duh pêncşemê got: Rêketina taximên Hewlêr û Bexdayê bona vekirina derbasgehên sînorî û balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê hatiye kirin û niha tenê maye ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê vê rêketinê îmza bike.
Ji aliyê dinve Sefîn Dizeyî berdevkê îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê jî ragihand ku di navbera Bexda û Hewlêrê li ser 6 xalan birêketine.
Ji kutahiya Îlona sala 2017 ser fermana Bexdayê, xebata derbasgehên sînorî û balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê hatine rawestandin.
Dewleta Bexdayê Ev biryara piştî giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê girt.
Hefta bihurî û li kêlega civîna Davûs`ê, Niçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civînekê , bi hevra rêketin ku gotûbêjên xwe bona çareserkirina neyarên heyî bidomînin.