Êrîşa DAIŞê li sînorê Iraq û Sûriyê hat têkşikndin
Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî, êrîşa têrorîstên DAIŞê li sînorê vî welatî digel Sûriyê têk bişkênin.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Tasnim Newsê ji zarê El Meyadînê, Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî di pêvajoya têkşikandina êrîşa koma têrorîst a DAIŞê li derbasgeha sînorî ya Til Sefukê li sînorê Sûriyê, heft kes ji têrorîstên DAIŞê kuştin.
Li gorî nûçeyeka din, bi dehan malbatên aware û reviyayî piştî sê salan dûriyê serê axir vegriyan mala xwe li gundê Elbu Ciwariyê li bajarê Bêyciyê ku dikeve parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê.
Beriya vegeriyana malbatên aware tevdîrên berfioreh ên ewlehiyê ji wan naskirina malbatan ji hêla ewlehiyê va û paqijkirina navçeyan ji bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê cih anîn.
Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, hevdem digel pêkhatina aramî û ewlehiyê li navçeyên bakurê Iraqê, 140 hezar malbatên aware yên iraqî vegeriyane malên xwe li aprêzgeha Selahedînê ku dikeve bakurê Iraqê.