Trîliyonek Dînar ji heyitiyên gelemperî yên Iraqê bo Xezaneya vî welatî hat vegerandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i281567-trîliyonek_dînar_ji_heyitiyên_gelemperî_yên_iraqê_bo_xezaneya_vî_welatî_hat_vegerandin
Desteya Çavdêriya li ser saxlemiya Hilbijartina Iraqê ragihand ku di sala 2017an da 90 cûreyên hukmê girtinê, lêpirsîn û qedexeya seferê bo wezîr û rayedarên pileberz ên Iraqê hatine dayîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2018 06:57 Asia/Tehran
  • Trîliyonek Dînar ji heyitiyên gelemperî yên Iraqê bo Xezaneya vî welatî hat vegerandin

Desteya Çavdêriya li ser saxlemiya Hilbijartina Iraqê ragihand ku di sala 2017an da 90 cûreyên hukmê girtinê, lêpirsîn û qedexeya seferê bo wezîr û rayedarên pileberz ên Iraqê hatine dayîn.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars Newsê, serokê Desteya Çavdêriya li ser saxlemiya Hilbijartina Iraqê, Hisên Yasirî li civîneka digel nûçegihanan got: "Zêde ji tirîliyonek dînar ji mal û heyitiyên gelemperî bo xezaneyê hatiye vegerandin".

Yasirî her wiha got: "Hejmara wezîr û rayedarên dia sta wan da ku li dijî wan hukm hatiye derxistin, 17 kes in û 32 caran hukmê girtinê hatiye dayîn".

Desteya Çavdêriya li ser saxlemiya Hilbijartina Iraqê bi gotina vê yekê ku hejmara wezîr û berpirsên hevasta wan ku li dijî wan hukmê lêpirsînê hatiye dayîn, 35 kes bûye û ev hukm 47 caran hatiye dayîn, qala dayîna biryareka girtina dadweriyê li dijî wezîrekî û dayîna 10 babetên biryara qedexeya seferê li dijî wezîr an rayedarekî hevasta wan kir".

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja 12ê Gulana 2018an li 18 deverên hilbijartinê li seranserî vî welatî dê were lidarxistin. Li vê hilbijartinê dê pêkhateya Kabîneyê were diyarkirin û serokwezîr, serokomar û serokparlimanê Iraqê dê bên bijartin.