Heyder Ebadî: Iraqê qeyranên aborî derbas kirine
Serokwezîrê Iraqê li civîna parlemana vî welatî ya taybetî bûdca sala 2018`an de beşdar bû û bal kişand ser derbasbûna welatê xwe ji qeyranên aborî û pişka Herêma Kurdistanê ji bûdca îsal a vî welatî ji hilkoland.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, ji zarê Someriye Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro çarşemiyê li parlemanê got: Irqê qeyranên aborî derbas kirine û li bûdca sAla 2018`an , piştgiriya xwe ya civakî sedî 60 zêde kiriye.
Ebadî bal kişand ser pişka HerêmA Kurdistana IrAqê ji bûdcê û raghand: Dewletê rêjeya nifûsê li bara pişka herêmê ya bûdcê berçav Girtiye û li civîna duh a kabînê jî, çavkaniyên aborî yên pêdivî ji bo komîsyayayê bilind ê hilbijartinên IrAqê hatine terxankirin.
Serokwezîrê IrAqê bal kişand ser vê yekê ku daxwaza wekhevî û edaletê li warê parvekirina çavkaniyan kiriye û destnîşan kir: Divê dewlet ewlehî û xizmetan ji bo vegeryana awareyan û belavkirina kartên hilbijartinê ji bo wan pêk bîne.