Nûrî Malikî: Piştî hilbijartinan ez ê bi lîsteya Ebadî re bibim hevalbend
Nûrî Malikî alîkarê serokomarê Iraqê got: Piştî hilbijartinên parlimanê ezê bi lîsteya Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî re ji bo pêkanîna dewleta pêşerojê ya Iraqê hevalbendîyê saz bikim.
Nûrî Malikî ku serokatîya lîsteya Dewleta Qanûnê dike, li gotûbêja digel nûçegihanê IRIB NEWS`ê, bi retkirina her cure nakokîya sîyasî digel Heyder Ebadî ragihand: Partîya Deiweyê biryar daye Malikî û Ebadî bi du lîsteyên cida pişkdarîyê li hilbijartinên bikin ta ku piştî hilbijartinan careka din bibin hevalbend.
Alîkarê serokomarê Iraqê bal kişand ser vîya ku nabe berbijarê posta serokwezîrtîyê, têkildarî armanca vê hevalbendîya digel lîsteya Ebadî piştî hilbijartinan got: Heke ev hevalbendîya bikare dengê gel bi dest bixwe, dewleta pêşerojê dê bi pirranîya sîyasî bi alîkarîya komên din ên sîyasî yên serketîyê hilbijartinên parlimanê ava bike.
Malikî hebûna nakokîyê di navbera lîsteya wî û lîsteyên din ji wan bi lîsteya Fethê ser bi Heşdi Şeibîyê re ret kir û têkildarî pêkanîna hevalbendîyê digel wan piştî hilbijartinan jî got ku heke ev komana piştgirîyê bidin dewleta serbixwe ya ser bingeha pirranîya sîyasî, em dikarin bibin hevalbend.
Pirranîya sîyasî jî eva ye ku dewlet li gorî etnîk û mezhebê neyê avakirin û post di navbera etnîk û mezheban de neyên parvekirin.
Di vî halî de, hevalbendîya Nesir bi serokatîya Heyder Ebad ş bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê bi serokatîya Emar Hekîm li daxûyanîyeke hevpar ragihandin ku li gorî nirxandina teknîkî, her du alî giheştine vê encamê ku bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinên parlimanê bibin.
Biryar e ku hilbijartinên parlimana Iraqê di 12`ê Gulana bê de werin lidarxistin.