Bêparbûna bi dehan parlimanterên iraqî ji hilbijartinên parlimanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i281449-bêparbûna_bi_dehan_parlimanterên_iraqî_ji_hilbijartinên_parlimanê
Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê ji bo kutakirina gengeşeyên têkildarî qanûna bawernameya Lîsansê an belgeya beranberî wê, ji bo pişkdarîya li hilbijartinên parlimanê, li hikmekê pêşî li pişkdarîya 78 parlimanterî li hilbijartinên parlimanê yên pêşerojê girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2018 13:32 Asia/Tehran
  • Bêparbûna bi dehan parlimanterên iraqî ji hilbijartinên parlimanê

Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê ji bo kutakirina gengeşeyên têkildarî qanûna bawernameya Lîsansê an belgeya beranberî wê, ji bo pişkdarîya li hilbijartinên parlimanê, li hikmekê pêşî li pişkdarîya 78 parlimanterî li hilbijartinên parlimanê yên pêşerojê girt.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Ehmed Ebadî raswêjkarê hiqûqî yê parlimana Iraqê, biryara Dadgeha Fêdêral anegorî destûra bingehîn zanî.

Li gorî raporan, ev hikma herîkêm 35 parlimanterên iraqî ku ji dewra yekem a parlimanê ji sala 2005`ê ve endamê parlimanê ne digire ber xwe.

Mihemed Kerbolî, endamê Komîta Berevanî û Ewlehîyê ya parlimana Iraqê ku du dewran parlimanter bûye û heta pola nehê xwendîye, got: Ev biryara bi armancên sîyasî hatîye dayîn.

Piştî pejirandina şertên tomarkirina navê berbijarên hilbijartinên parlimana Iraqê, bi dehan parlimanterên ku ji ber vê qanûnê ji pişkdarîya li hilbijartinên bo parlimanterîyê bêpar dibûn, li Dadgeha Fêdêral doz vekirin lê gilînama wan li gorî hikmê Dadgeha Fêdêral a Iraqê li civîna duh a vê dadgehê hat retkirin.

Li gorî ragihandina Dayra Ragihandinê ya Parlimana Iraqê, 53 parlimanteran bawernama pola nehê, 40 parlimanterî bawernama PHD, 31 parlimanterî bawernama masterê, 173 parlimanterî bawernama lîsans û 19 parlimanterî jî dîplome hene.

Biryar e ku hilbijartinên parlimana Iraqê di 12`ê Gulana tê de bên lidarxistin.