Bexdayê mûçeya du îdareyên Herêma Kurdistanê da
Piştê sê salan ku Herêma Kurdistana Iraqê nekarî mûçeya karmendên xwe bide û hevçaxî kêmbûna aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê , dewleta navendî ya Iraqê mûçeya du îdareyên saxlemî û perwerdehiyê da.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Piştê gotûbêjên curbicur di navbera Hewlêr û Bexdayê û lêkolîna karnasî banka navendî ya Iraqê lîsta mûçexurên herêma kurdistana Iraqê vergirt û mûçeya du îdareyên saxlemî û perwerdehiyê jî daye îdara daratiya vê herêmê.
Îdara daratiya Herêma Kurdistana Iraqê jî piştrast kir ku Bexdayê mûçeya karmendên îdareyên saxlemî û perwerdehiyê bo wan şandiye.
Hûçyar Ebdullah endamê kurde parlemana Iraqê bal kişande ser vê biryara Bexdayê û ragihand: Îdî saziyên herêma Kurdistana Iraqê nikarin ser dilê xwe mûçeya karmendan bidin ji ber ku mûçeya van du îdareyan ji Bexdayê hatiye şandin û raste rast digihêje destê karmendên van du îdaran.
Ji sala 2012 ku Hewlêrê biryar girt hema raste rast nifta Herêma Kurdistana Iraqê bifroşe, Bexdayê jî bûdceya vê herêmê birrî.
Li vê mudehê Hewlêrê nekarî mûçeya karmendênxwe bide ku ev yeka bûye sebeba zêdebûna nerezamendiyan li herêma Kurdistana Iraqê.