Parlemana Iraqê qedexetiya danûistandinên abûrî tev Hewlêrê rakir
Parlemana Iraqê li biryarekî nû qedexetiya danûistandinên abûrî tev bankên Herêma Kurdistanê ku piştî giştpirsiya vê herêmê hatibû berçavgirtin, hate rakirin
Mesûd Hêyder endamê kurde parleman Iraqê li gotûbêja xwe ya duh duşemê tev medyayên herêma Kurdistana Iraqê got: Parlemana Iraqê duh qedexetiya danûistandinên abûrî tev bankên musteqer li Herêma Kurdistanê ku piştî giştpirsiya vê herêmê hatibû berçavgirtin hate rakirin .
Wî got ku ev biryara kete ber reyî û dengdana parlemana Iraqê ku bi piraniya dengan parlemanteran dengê erê dane vê biryarê.
Mesûd Hêyder ragihand ku nûnerên kurde parlemana Iraqê daxwaza hilanîna qedexetiya abûrî ya ser Herêma Kurdistana Iraqê kiribûn ku ev biryara li civîna duşemê kete ber reyî û dengdanê û parlemantaran bi piraniya dengan ev biryara pesend kirin.
Gor biryara 58-an a parlemana Iraqê piştî giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê , Bexdayê pîşiya danûistandinên bankên Iraqê tev bankên Herêma Kurdistana Iraqê girt.