Iraq beşdarê kongira Sûçiyê dibe
Balyozê Iraqê li Rûsiyê piştrast kir ku biryar e Bexda wek welatê çavdêr li kongira gotûbêja neteweyî ya Sûriyê li bajarê Sûçiyê beşdar bibe.
Li gorî rapora Tasê, Heyder Mensûr Hadî balyozê Iraqê li Moskowayê raghand ku Bexdayê jî li bara Sûriyê helwêstên mîna Moskowayê heye û piştgiriyê dide pêşniyarên Rûsiyê bi armanca çareserkirina qeyrana Sûriyê.
Balyozê iraqê li Moskowayê got ku Iraq piştgiriyê dide civîan sûçiyê û giringiyê dide parastina yekperçetiya erdê sûriyê û dixweze ku sûriye welatekî ewleh û geş bimîne.
Heyder Mensûr Hadî her wiha diyar kir ku Iraq dijberê her cure şîdetê li Sûriyê ye ku bibe sedema kuştina xelkê sivîl, zarokan û jinan û piştgiriyê dide hemî planên Rûsiyê li vê barê.
Dîplomatê Iraqê bal kişand ser sînorên hevpar ên Iraq û Sûriyê û destnîşan kir: Iraq hevcedarê rewşeke dilniya li Sûriyê ye ji ber ku ewlehiya li Sûriyê alîkariyê dike bo parastina ewlehiya li Iraqê jî. Her cure nearamiya li Sûriyê hemî van şîdetan xirabtir dike.
Dîplomatê iraqî desetnîşan kir: Bexda dê bi Şamê re hevkariyeka baş hebe û roleka erênî li van gotûbêjana hebe.
Civîna nasiyar bi kongira gotûbêjên neteweyî birayr e rojên 29 û 30 Çillê bi çavdêriya Rûsiyê, Îran û Tirkiyê were lidarxistin.