Parlimanterekî iraqî mayîna eskerê Emerîkayê li Iraqê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i281289-parlimanterekî_iraqî_mayîna_eskerê_emerîkayê_li_iraqê_rexne_kir
Endamekî parlemana Iraqê diyar kir: Tu hegerk ji bo mayîna navendên eskerî yên Emerîkayê li Iraqê tine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2018 14:53 Asia/Tehran
  •  Parlimanterekî  iraqî mayîna eskerê Emerîkayê li Iraqê rexne kir

Endamekî parlemana Iraqê diyar kir: Tu hegerk ji bo mayîna navendên eskerî yên Emerîkayê li Iraqê tine.

 Nazim Kate El-Saidî îro yekşemiyê li hevpeyvîna  bi IRNA`yê re diyar kir: Hêzên emerîkî ji xwe re li Iraqê navendên  eskerî ava kirine ku eva binpêkirina eşkere  ya hakimiyeta neteweyî ya Iraqê ye û divê tam were têkbirin.

 El-Saidî destnîşan kir ku mayîna  hêzên biyanî li Iraqê mudaxila li karûbarên welêt e.

 Malpera emerîkî ya Global Research`ê  vê dawiyê eşkere kir: 800 navendên eskerî yên  Emerîkayê li seranserê cîhanê hene ku 6 ji wan li Iraqê de ne.

 Eva yekim  daxwaza nûnerekî ji bo  têkbirina  navendên  eskerî yên  Emerîkayê û derketina  eskerên emerîkî ji Iraqê nîne. Li mehên  derbasbûyî nûnerên  parlemanê û kesayetiyên  curbicure siyasî jî daxwaziyên wiha kirine û ji dewleta Iraqê xwestine ku  li vê barê pêngavên  praktîkî rake.

 Li gorî hin raporan, hejmara misteşarên  Emerîkayê li Iraqê nêzîkî 9 hezar û sercem  eskerên emerîkî li Iraqê zêde ji 20 hezar kes ragahndine.

 Rexnekirina  mayîna  eskerên Emerîkayê li Iraqê piştî operasyona  duh a Emerîkiya li parêzgeha  Enbarê zêde bûye. Li encama vê operasyonê nêzîkî 30 kes hatine kuştin an birîndar bûne.