Hevdîtina nunerê taybet ê NY li Iraqê û wezîrê karên derve yê Îranê
Wezîrê karên derve yê Îranê û nunerê taybet ê sêkrêtêrê giştî yê NY li karên Iraqê li hevdîtinekê têkildarî mesele û alûgurên vê dawîyê yên vî welatî gotûbêj kirin.
Li hevdîtina îro ya Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û Yan Kobîş nunerê taybet ê NY li karên Iraqê ku li Têhranê pêk hat, her du alîyan têkildarî alûgurên herî dawîyê yên Iraqê, girîngîya dabînkirina istiqrar û ewlehîyê li vî welatî, pêgirî li ser pêwîstîya dewama sekinîna li hemberî paşmayîyên DAIŞ`ê û herwisan lidarxistina hilbijartinên parlimanê û pêwîstîya pişkdarîya hemî kom û partîyên sîyasî yên vî welatî gotûbêj kirin.
Nunerê NY li karên Iraqê duh jî berî hevdîtina digel Elî Ekber Wilayetî rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li karên navnetewî li koma nûçegihanan, bi gotina vîya ku NY tam piştgirîyê dide gel û yekperçetîya axa Iraqê hêvî kir: dewleta Iraqê rola xwe ji bo xurtkirina istiqrar û ewlehîyê li navçê zêdetir bike.