Terora nûnerê Ayetulah Sîstanî li Kerbelayê bê encam ma
Terora Şêx Ebdulmehdî El Kerbelayî, nûnerê ayetulah Sîstanî, merceyê payebilind ê şîeyên Iraqê, li Kerbelayê têk çû û bê encam ma.
Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê Sûmeriye News`ê, Seyd Murteza El Hisênî, birêvebirê nivîsgeha Şêx Ebdulmehdî El Kerbelayî, nûnerê ayetulah Sîstanî, merceyê payebilind ê şîeyên Iraqê, li Kerbelayê ragihand: Şêx Ebdulmehdî El Kerbelayî, duh dem xwendina xutbeyên nimêja îniyê li Kerbelayê bû armanca êrişeka terorîstî ya ji aliyê kesekî têkildarî hin aliyên xalifî.
Seyd Murteza El Hisênî, herwiha got: Ev teror bê encam ma û Şêx Ebdulmehdî El Kerbelayî, tendirust e û çalakiyên xwe yên li Astana Pîroz a Hisênî (s) berdewam dike û mêvandariya hemî ziyaretkeran dike.
Tevî têkçûna koma terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hîn hejmarek ji endamên vê koma terorîst li navçeyên curbicur ên Iraqê hene û bi awayekî berbelav êrişên terorîstî cih tînin.