Goreka komkî li Kerkûka Iraqê hat dîtin
Çile 27, 2018 08:09 Asia/Tehran
Goreka komkî ku cesedên bi dehan leşker û welatiyên asayî têda hatibûn binaxkirin, li parêzgeha Kerkûkê li bakurê Iraqê hat dîtin.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB News`ê, Rakan Seîd El Cibûyî parêzgarê Kerkûkê got ku rûniştiyên Kerkûkê ev gor dîtine
Li gorî gotina Cibûrî, ev çardehemîn gora komkî ye ku li vê deverê hatiye dîtin.
Tê gotin meytên 75 kesan ku bi destê têrorîstên DAIŞ`ê hatin ekuştin di nava vê gorê da hatine definkirin.
Seroklwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî roja 9`ê Kanûna 2017an hevdem digel serdestiya tam a hêêzn iraqî li ser sînorên vî welatî digel Sûriyê, serketina dawiyê ya Iraqê li hemberî DAIŞ`ê ragihand.