Serokwezîrê Iraqê pesna rola Îranê li têkçûna DAIŞê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i281097-serokwezîrê_iraqê_pesna_rola_Îranê_li_têkçûna_daiŞê_da
Serokwezîrê Iraqê ser rola stratejîk a Komara Îslamî ya Îranê li alîkariya bo têkbirina koma terorîstî ya DAIŞê li Iraqê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2018 08:53 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê Iraqê pesna rola Îranê li têkçûna DAIŞê da

Serokwezîrê Iraqê ser rola stratejîk a Komara Îslamî ya Îranê li alîkariya bo têkbirina koma terorîstî ya DAIŞê li Iraqê da.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja pênşemê li gotûbêja bi televîayona  emerîkî ya CNNê re li Davûsa Swîsê û li bersiva  vê pirsê ku Riyaz îdia dike Îran hêza reş û nerênî li navçê ye? destnîşan kir: Nihêrîneka wisa nayê qebûlkirin.

 Heyder Ebadî her wiah li bara rewşa Sûriyê jî got: Niha hin endamên DAIŞê li Sûriyê de ne û nayê fehmkirin ku çima ji nav naçin.

 Serokwezîrê Iraqê kiryara hevalbendiya emerîkî ya li dijî DAIŞê rexne kir û got: Hin endamên DAIŞê li nav Sûriyê ne û li vî welatî sitargeha û meqera wan heye.

 Wî destnîşan kir: Saziyên îstixbaratî yên Iraqê dibêjin ku endamên mayî yên DAIŞ`ê li Sûriyê bombedanerên  întiharî perwerde dikin û ev perwerde pir lihevaliyayî ne.

 Serokwezîrê Iraqê diyar kir: Enadmên mayî yên DAIŞ`ê li Sûriyê bi hîndekariya bombedaneran dixwezin ku van kesana  bişînin welat û bajarên curbicur  ku pêla êrişên terorîstî bi rê bixin.