Piştgîriya serokê Parlemana Iraqê ji pergala federalî ya nemerkezî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280961-piştgîriya_serokê_parlemana_iraqê_ji_pergala_federalî_ya_nemerkezî
Selîm Cibûrî, bi piştgîriya ji pêkanîna pergala federalî ya la merkezî (nenavendî), pêgîrî kir: Divê bi danîna qanûnan, pişta pergaleka wiha were girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2018 15:20 Asia/Tehran
  • Piştgîriya serokê Parlemana Iraqê ji pergala federalî ya  nemerkezî

Selîm Cibûrî, bi piştgîriya ji pêkanîna pergala federalî ya la merkezî (nenavendî), pêgîrî kir: Divê bi danîna qanûnan, pişta pergaleka wiha were girtin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, ji zarê malpera nûçeyan a Mewazîn News`ê, Selîm Cibûrî, serokê Parlimana Iraqê, îroo çarşemiyê, li Civîna Navneteweyî ya ``Hikûmetdarî û ji navbirina sîstema navendî`` li Bexdayê got: Iraq tevî hebûna pirsgirêkên mezin ên ku ji sala 2003 va tûşî wan bûye, tecrubeya birêvebirina welêt a bi saziyên cihanîn, qanûndarêştin û dadweriya serbixwe bi dest xist. Cibûrî destnîşan kir: Xurtkirina bingehên pergala federalî ya la merkezî (ne navendî), Iraq ji perçebûnê xilas kir.

Serokê Parlemana Iraqê herwiha got: Her cure pergala ku bala xwe nede ciwanan û jinan berçav negire, nikare pergaleka federalî û la merkezî (ne navendî), were hesêb.

Civîna Navneteweyî ya ``Hikûmetdarî û ji navbirina sîstima navendî`` bi dirûşmeya ``dewleta la merkezî, rêya aştiya netewî û geşepêdanê li Iraqê ye`` îro li Bexdayê karê xwe destpê kir.