Ebûbekr El Bexdadî reviye Afrîqayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280947-ebûbekr_el_bexdadî_reviye_afrîqayê
Rojnameyeka ingilîsî îdia kiriye ku serkirdê Koma Terorîst a DAIŞ`ê reviyaye Afrîqayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2018 14:25 Asia/Tehran
  • Ebûbekr El Bexdadî reviye Afrîqayê

Rojnameyeka ingilîsî îdia kiriye ku serkirdê Koma Terorîst a DAIŞ`ê reviyaye Afrîqayê.

Li gorî rapora Sûmêriye News`ê, rojnama Sun a Ingilistanê, îro çarşemiyê bi weşandina raporekê îdia kir ku Ebûbekr El Bexdadî, serkirdê Koma Terorîst a DAIŞ`ê reviyaye Afrlqayê û li nêzîkî Çad yan jî Nêcîryayê dijî.

Li gorî nivîsara Sun`ê, El Bexdadî hêvîdar e ku heyîtiya DAIŞ`ê li Afrîqayê vejîne.

Ji aliyê din ve Samih Eyd, karzanê karûbarên komên cihadî jî ragihand ku muhtemel e Bexdadî piştî revîna endamên DAIŞ`ê ji Iraq û Sûriyê, niha li Afrîqayê dijî.

Ji aliyê din ve Nacî Îbrahîm, serokê berê yê Cimaeta Îslamî jî di vî warî de got ku pêkan e El Bexdadî li cihekî wek Çad yan jî navçeya sînorî ya di navbera El Cizayêr û Nîcêriyê be.