Peydakirina 70 gornên komî yên kêmîna êzdî ya Iraqê li parêzgeha Neynewayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280921-peydakirina_70_gornên_komî_yên_kêmîna_êzdî_ya_iraqê_li_parêzgeha_neynewayê
Çavkaniyeke li binyata şehîdên Iraqê li bara peydakirina 70 gornên komî ji goriyên kêmîna êzdî li navçên Çingal, Telefer, û El-Beacê ser bi bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê vî welatî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2018 12:37 Asia/Tehran
  •  Peydakirina 70 gornên komî yên kêmîna êzdî ya Iraqê li parêzgeha Neynewayê

Çavkaniyeke li binyata şehîdên Iraqê li bara peydakirina 70 gornên komî ji goriyên kêmîna êzdî li navçên Çingal, Telefer, û El-Beacê ser bi bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê vî welatî agahî da.

 Li gorî rapora Başgahê  Xebernigarên Ciwan, çavkaniyeke li binyata şehîdan a Iraqê li bara  keşkirina 70 gornên  komî ji qurbaniyên  kêmîna êzdî li navçên   Şingal, Telefer û El-Bacê ser bi bajarê Mûsilê navenda  parêzgeha  Nenewayê li bakurê vî welatî agahî da.

 Vê çavkaniyê raghand: Komên  lêkolînê yên  gornên  komî li navçê heya niha  zêde ji 70 gor keşf kirine ku hejmareke  zêde ji paşmayiyên meytên kêmîna  êzdî ku ji aliyê terorîstên tekfîrî yên koma DAIŞ`ê di dema  serdestiya ser van navçana  hatine kuştin, têde hatine defnkirin.

 Wî her wiha diyar kir: Piraniya  gornan ji ber nêzîkbûna li ser erdê û bi derbasbûna  demê ji ber rewşa av û hewayê, lehî, ... ji nav çûne û tiştek zêde ji wan  nemane.

 Vî berpirsî her wiha  li bara  derxistina neqanûnî û nenas a hin  ji van gorana  agahî daye û gotiye heya niha  pênc gorên  komî ku pêştir vebûye, keşf bûne û zêde ji 60 meyt an pirtiyên meytên  van welatiyên  Iraqê ji wê hatine derxistin.