Peydakirina 70 gornên komî yên kêmîna êzdî ya Iraqê li parêzgeha Neynewayê
Çavkaniyeke li binyata şehîdên Iraqê li bara peydakirina 70 gornên komî ji goriyên kêmîna êzdî li navçên Çingal, Telefer, û El-Beacê ser bi bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê vî welatî agahî da.
Li gorî rapora Başgahê Xebernigarên Ciwan, çavkaniyeke li binyata şehîdan a Iraqê li bara keşkirina 70 gornên komî ji qurbaniyên kêmîna êzdî li navçên Şingal, Telefer û El-Bacê ser bi bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nenewayê li bakurê vî welatî agahî da.
Vê çavkaniyê raghand: Komên lêkolînê yên gornên komî li navçê heya niha zêde ji 70 gor keşf kirine ku hejmareke zêde ji paşmayiyên meytên kêmîna êzdî ku ji aliyê terorîstên tekfîrî yên koma DAIŞ`ê di dema serdestiya ser van navçana hatine kuştin, têde hatine defnkirin.
Wî her wiha diyar kir: Piraniya gornan ji ber nêzîkbûna li ser erdê û bi derbasbûna demê ji ber rewşa av û hewayê, lehî, ... ji nav çûne û tiştek zêde ji wan nemane.
Vî berpirsî her wiha li bara derxistina neqanûnî û nenas a hin ji van gorana agahî daye û gotiye heya niha pênc gorên komî ku pêştir vebûye, keşf bûne û zêde ji 60 meyt an pirtiyên meytên van welatiyên Iraqê ji wê hatine derxistin.