Ebadî. Tirkîyê helwestên durû li hemberî kurdan hene
Serokwezîrê Iraqê tevî rexnekirina sîyasetên durû yên Tirkîyê li hemberî kurdan, hebûna hêzên Tirkîyê li Iraqê sembolîk bi nav kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Al Neşrê, serokwezîrê Iraqê ragihand ku tirkan serederîyeke durû li hemberî kurdan hene bi awayekî ku li alîyekî pişta kurdên Iraqê digirin û bi wan re derveyî çarçova dewleta federal danûistandinê dikin û li alîyê din mafên kurdên Tirkîyê binpê dikin û heta dema meseleya giştpirsîyê jî hesta vê yekê kirin ku li ber gefê ne, helwesta xwe guhertin û nêzîkî Bexdayê bûn.
Wî li dewama xeberdana xwe got: Eva bi wê wateyê nîne ku dewleta Iraqê helwesteke neyênî li hemberî kurdan heye belkî ew welatîyên Iraqê ne û ji mafên welatîbûnê sûdê werdigirin û erkên wan hene.
Serokwezîrê Iraqê herwisan got ku Tirkîye ji PKK`ê gellekî ditirse lê Iraq pişta vê partîyê nagire û qet rê nade ku PKK axa Iraqê ji bo êrişa ser Tirkîyê bi kar bîne.